Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Derîyên Sînorî yên Kerta Gazayê bi Vekir


Dîmeneke ji derîyê sînorî ya Beyt Hanûn (Erez), di navbera Îsraîl û Kerta Gazayê (Arşîv)
Dîmeneke ji derîyê sînorî ya Beyt Hanûn (Erez), di navbera Îsraîl û Kerta Gazayê (Arşîv)

Îsraîlê îro Duşemê derîyên sînorî yên bi Kerta Gazayê bi beşkî vekir, piştî ku agirbesta bi koma çekdar Cîhada Îslamî destpê kir.

Di navbera hêzên Îsraîlî û rexistina Cîhada Îslamî de, piştî şer û pevçûnên kujer yên sê rojan, şeva Yekşemê bi navbeynkarîya Misirê peymaneke agirbestê hatibû ragihandin.

Alîyê Filistînê ragihand ku derîyên sînorî îro danê sibê bo derbazbûna qamyonên şewitê (sotemenî) bo Kerta Gazayê bi beşkî hatine vekirin.

Vekirina derîyê sînorî derfet da ku bo tekane santrala elektrîkê ya Kerta Gazayê şewit were veguhestin û hebûna elektrîkê zêde bike, ku rojane 8 saetan qut dibû.

Hikûmeta Îsraîlê jî dîyar kir ku derîyên sînorî di navbera Îsraîl û Kerta Gazayê îro danê sibê seat 9’an de bi sedemên mirovî hatine vekirin.

Tel Avîvê yekane derîyê sînorî yê bazirganîyê yê Kerem Şalom (Kerm Ebu Salim) û Beyt Hanûn (Erez) jiber êrîşên Tevgera Cîhada Îslamî berîya hefteyekê girtibûn.

Medya Îsraîlî ragihand ku artêşa welêt li Kerta Gazayê qedexeyên jiber rewşa awarte diparêze û wê li gor nirxandina rewşê gav bi gav werin rakirin.

Alozîya herî dawî ya kujer ku 56 saet berdewam kir, dema ku di encama êrîşên esmanî yên Îsraîlê de fermandarekî payebilind yê Cîhada Îslamî Taysir Cebarî hat kuştin.

Îsraîlê got ew êrîşeke pêşîgirtinê ya dijî êrîşeke nû bû ku ji alîyê koma bi piştgirîya Îranê ve hatibû plan kirin.

Li gor Wezareta Saxlemîya Kerta Gazayê di êrîşên esmanî yên Îsraîlê herî hindik 44 kes hatine kuştin ku 15 ji wan zarok in û bi sedan kes jî birîndar bûn û gelek xanî jî hilweşîn.

Çekdarên Filistînî zêdetirî roket avêtin Îsraîlê û şênîyên herêmên başûr û bajarên mezin revîbûn sitargehan.

Rêberê Cîhada Îslamî, Zîyad el-Nexala di preskonferanseke de ku di kanala El Mayadeen ya alîgirê Îranê hat weşandin de agirbest wek serfirazî bi nav kir, lê Îsraîlê ew wek lawazbûna girîng ya kanînên Cîhada Îslamî nirxand.

"Bê guman darbeyeke giran li Cîhada Îslamî hatiye xistin ku bo jinûve xurtbûnê wê dem hewce bike.,"karbidestekî leşkerî yê Îsraîlî got.

Wî girîngî da kuştina 2 serfermandarên Cîhada Îslamî û got ku wê kanîna rexistinê ya plankirin û pêkanîna operasyonan bi tundî têk biçe.

Karbidestên Îsraîlî herwiha ragihand ku derdora 20 çekdarên Cîhada Îslamî di êrîşan de hatine kuştin û gelek çekên dijî tank û hilberandin û depokirina roketan jî hatin têk birin.

Berdevikê Cîhada Îslamî yê li Gazayê got ku dibe ku rexistin jiber kuştina rêber û çekdarên xwe hêza xwe ya şer de zarar dîtibe, lê wan karîbû ku şert û mercan deyne ser Îsraîl û yekîtî û hevgirtinê biparêze.

"Dijmin bidawîkirina koma Cîhada Îslamî kir armanca xwe ya şer, lê armanceke wisa xeyalî û xapînok têk çû," wî got.

XS
SM
MD
LG