Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîlê Êrîş Bir Ser Navendên Hamasê


Di êrîşên Îsraîlê yên dijî navendên Hamasê de, sê endamên Hamasê û sivîlek hate kuştin.

Roja Înê, di êrîşeke li ser sînorê Gaza de leşkerekî Îsraîlê hatibû kuştin. Îsraîlê bo bersîvê bide vê êrîşê, roja Çarşemê bi şev êrîş bir ser navendên Hamasê.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî êrîşa dijî leşkerê wê, êrîş biriye ser heft navendên Hamasê.

Hamasê da zanîn ku di êrîşê de sê endamên wê hatine kuştin.

Wezareta Saxlemî ya Fîlîstînê jî ragihand ku Fîlîstînîyek jî di protestoyan de hate kuştin.

Li Gaza, Îna borî careke din girjî gur bûbû. Îsraîlê dîyar kiribû ku piştî çar salan cara pêşî leşkerekî wê hatiye kuştin û dest bi êrîşan kiribû.

Li ser gurbûna tundûtûjîyê, Hamasê ragihandibû ku bi navbeynkarîya Misir û Neteweyên Yekbûyî (NY), bi Îsraîlê re bo agirbestê li hev kirine.

XS
SM
MD
LG