Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îsraîlê Êrîşên Esmanî Dibe Ser Enîyên Hamasê


(arşîv)
(arşîv)

Artêşa Îsraîlê ragihand ku dijî enîyên Hamasê yên li Gaza êrîşên esmanî li dar xistine.

Artêşê ji Twitterê dîyar kir ku Hamasê roket firandina sînorên Îsraîlê û da zanîn ku wan dijî kampa leşkerî ya Hamasê ya li bakurê Gaza operasyon pêk anîne.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku ‘’berpirsa hemû çalakîyên terorî yên ji Gaza, Hamas e’’

Gaza, ku ji 2007’an vir ve di bin dorpêça Îsraîlê de ye, ji alîyê Hamasê ve tê birêve birin.

Di meha Mijdarê de, di navbera Îsraîl û Hamasê de agirbest hatibû ragihandin.

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Avigdor Lieberman ser agirbestê bertek nîşan dabû û karvekişîna xwe ragihandibû.

XS
SM
MD
LG