Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îsraîlê Dibêje Wê Droneke Hîzbulahê Xistiye


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Artêşa Îsraîlê droneke Hîzbulaha Lubnanê ya ji Lubnanê derbazî Îsraîlê bûye, xistiye xwarê.

Reutersê ragihand ku ew bûyer roja Çarşemê qewimîye.

Artêşa Îsraîlê dîyar kir ku yekîneyên wan dron şopandine û ew bi awayekî serketî xistine.

Wê artêşê ser dronê ti agahîya teknîk neda, lê medya Îsraîlê dide zanîn ku li ser wê dronê çek tunebûye û ew bi kişfê hatiye firandin.

Girjîya li sînorê Lubnan û Îsraîlê ji hefteya borî vir ve gur bûye.

Îsraîl û Hîzbulah herî dawî di sala 2006’an de pev çûbûn.

XS
SM
MD
LG