Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îsraîlê: Me Êrîşên Esmanî Bir Ser Hêzên Îranê yên li Sûrîyê


Artêşa Îsraîlê ragihand ku dijî hêzên Îranê yên li Sûrîyê êrîşên esmanî li dar xistine.

Îsraîlê da zanîn ku wan êrîş biriye ser Hêza Qudsê ya girêdayî Îranê.

Li gor daxuyanîya Îsraîlê, dijî depoyên çekan, beşa leşkerî ya Firîngeha Navneteweyî ya Şamê, navendeke îstixbarata Îranê êrîş li dar ketin.

Sûrîyê dîyar kir ku bi pergala berevanîyê ya esmên piranîya roketên Îsraîlê hatine asteng kirin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku piranîya êrîşan nêzî Şamê li dar ketine û dîyar kir ku li wê herêmê depoyên çekan û yekîneyên Hizbullah û Îranê hene.

XS
SM
MD
LG