Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dawî li Tebîrên Dijî Vîrusa Korona Tîne


Wezareta Saxlemî ya Îsraîlê ragihand ku ewê di demeke kin de dawî li tedbîrên dijî vîrusa korona bînin.

Hikûmeta Telavîvê jiber ku di meha Rêbandanê de hejmara rojane ya pêketinên vîrusa korona ji 10,000 hezarî borîbû li seranserê cîhanê sê caran sînordarkirinên tund ragihandibûn.

Li gor daxuyanîya rojana ya Wezareta Saxlemî ya Îsraîlê niha li seranerê Îsraîlê her roj bi tenê 10-15 pêketinên vîrusa korona çêdibin.

Nifûsa Îsraîlê 9 mîlyon e 62 ji sedê wê nifûsê her du dozên vaksînan jî li xwe dane.

Karbidestên Îsraîlê bo rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin dê dest bi belavkirina pasaporta kesk bikin.

Bi plana nû bi tenê kesên bi vîrusa korona ketine, yan yên vaksîna li xwe dane dê pasaporta kesk bistînin.

Ew kes dê karibin beşdarî konser, konferans û çalakîyên wek we bibin.

Îsraîl her çiqas hin tedbîran radike jî li wir dê li deverên girtî mecbûrîyeta bo maskan bidome.

Li Îsraîlê heta niha 840,000 kes bi vîrusa korona ketine û 6,400 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG