Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Îsraîlê: Netanyahu Bertîlan Distîne


Polîsên Îsraîlê ji serdozgerîyê xwestin ku dijî serokwezîrê wî welatî Benjamin Netanyahu lêpirsîna bertîlê veke.

Hêzên Ewlekarîya Îsraîlê bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku dijî Netanyahu ser bertîl, perexwarin û bi awayekî xirab karanîna erkê têra xwe delîl hene.

Netanyahu dîyar kir ku îdiayên hêzên ewlekarîyê derew in û ewê karê xwe bidomîne

Li gor Hêzên Ewlekarîya Îsraîlê, Netanyahu ji rojnameya Yediot Aharonot re gotiye ku ger ew derbarê wî tiştên erênî binivîsinin ewê pêş rojnameyên din bigire.

Polîsên Îsraîlê herwiha îdia dikin ku Netanyahu ji Arnon Milchan yê karsaz û alîgirên xwe yên din bi qasî 100,000 dolar dîyarî sitandîye.

XS
SM
MD
LG