Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Nû ya Îsraîlê Dê Netanyahu Ava Bike


Serokê Îsraîlê Reuven Rivlin, serokwezîrê wî welatî Benjamin Netanyahu bo avakirina hikûmetê erkdar kir.

Netanyahu berê xwestibû ku bi Tifaqa Şîn û Sipî ya bi pêşengîya Benny Gantz re koalîsyonê çêke, lê Benny Gantz ew daxwaz red kiribû.

Di parlamana Îsraîlê de 120 kursî hene û di hilbijartina 17’ê Îlonê de partîya Gantz 33, ya Netanyahu jî 32 kursî bi dest xistibûn.

Li ber e ku Netanyahu heta şeş hefteyan hikûmetê ava bike.

Reuven Rivlin da zanîn ku ew naxwazin ku îsal careke din hilbijartina pêşwext çêbe û dîyar kir ku li gor wî Netanyahu hîn zûtir dikare hikûmetê ava bike.

XS
SM
MD
LG