Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Mirina Pêşî ya ji Omicronê Radigihîne


Îsraîlê mirina pêşî ya ji cureya vîrusa korona ya bi navê Omicronê ragihand.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku li ser Îsraîlîyê mirî xêncî vîrusa korona hin nexweşîyên din jî hebûne.

Reutersê da zanîn ku ew nexweşê li dora 60 salî du hefteyan piştî ketiye beşa vîrusa korona ya nexweşxaneyê, roja Duşemê canê xwe ji dest daye.

Medya Îsraîlê da zanîn ku wî nexweşî her du dozên vaksînên vîrusa korona jî li xwe dane.

Wezareta Saxlemî ya Îsraîlê dîyar dike ku li welêt bi kêmî ve 340 kes bi cureya Omicronê ketine.

Ofîsa Naftali Bennett dîyar kir ku hikûmeta Îsraîlê bo teşwîqkirina ji malê xebata li ofîsê ya karmenadn 50 ji sedê kêm kiriye.

Wezareta Berevanî ya Îsraîlê jî ferman daye leşkeran ku dijî rojane 5000 pêketinên gumankirî dest bi hazirîyan bikin.

XS
SM
MD
LG