Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl bo Danûstandinên Rûsya û Ukrayna Bang li Cîhanê Dike


Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett îro Pêncşemê bang li rêberên cîhanê kir ku Rûsya û Ukraynayê ji qada şer derxin û li ser maseya danûstandinan bigehînin hev.

"Jibo niha rewşa ser erdê xirab xuya dike, lê girîng e ku mirov fêm bike ku ger rêberên cîhanê zû tevnegerin, dikare pir xirabtir bibe."

Bennett ev bang, piştî ku ew do Çarşemê bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin û serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re axifî, îro di konferanseke teknolojîyê ya li Tel Avîvê bi Îngilîzî kir.

Îsraîl bi her du welatan re jî têkilîyên baş didomîne. Wê dagirkerîya Rûsyayê şermezar kir û alîkarîya mirovahî ji Ukraynayê re şand.

Lê, Îsraîl heya niha ji helwesteke ku dibe ku Moskowê aciz bike, dûr sekinî.

Rûsya û Îsraîl di operasyonên leşkerî yên li Sûrîyê de, hevkarîyê dikin.

XS
SM
MD
LG