Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatîyên Îsraîlê di Du Salan de Cara Çaran Çûn Ser Sindoqan


Anketên pêşî yên sindoqên hilbijartinê yên Îsraîlê raber dikin ku serketî bi awayekî eşkere dîyar nebûye.

Welatîyên Îsraîlê tevî hilbijartina dawî di du salan de 4 caran çûn ser sindoqan.

Li gor anketên televîzyonên cuda yên Îsraîlê ne Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û alîgirên wî, ne jî komên din li meclîsê piranî bi dest nexistine.

Lê Benjamin Netanyahu ji Twitterê serketina xwe ragihand.

Wî spasîya welatîyan kir û dîyar kir ku piranîya Îsraîlîyan bi awayekî eşkere hikûmeteke bi hêz û rastgir xwestiye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu 12 sal in kursîya desthilatê ye.

XS
SM
MD
LG