Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku Îsrailê roja Duşemê êrîşa esmanî biriye ser başûrê Şamê ya paytexta Sûrîyê.
SOHR’ê da zanîn ku di êrîşê de du leşkerên artêşa Sûrîyê û sê şervanên hevalbend hatine kuştin.
Ajansa fermî ya Sûrîyê, SANA jî dîyar kir ku Îsraîlê dijî hin enîyên wan êrîşên esmanî li dar xistine û wan bi berevanîya esmanî bersîv daye.
SANA da zanîn ku di êrîşa Îsraîlê de, ku ji alîyê Girên Golanê hatine, du kes hatine kuştin û heft kesên din jî birîndar bûne.
Îsraîl, ji destpêka şerê navxweyî ya Sûrîyê vir ve, ku di sala 2011’an de destpê kiribû, dijî Hîzbulah ya bi piştgirîya Îranê, artêşa girêdayî hikûmeta Sûrîyê, û hêzên Îranî yên pitşgirîyê didin Serokê Sûrîyê Beşar Esad, bi sedan êrîş li dar xistin.