Lînkên eksesibilîtî

Îsraîlê Tedbîrên li Dora El-Aqsa bi Temamî Rakirin


Reuters'ê ragihand ku Îsraîlê tedbîrên ewlekarîyê yên li dora Mizgefta El-Aqsa, bi temamî rakirine.

Îsraîlê, piştî ku du polîsên wê li El-Aqsa hatibûn kuştin, dedektorên metal danîbûn dergehên mizgeftê.

Du roj piştî rakirina dedektoran, Îsraîlê îro Pêncşemê barîyerên hesin jî rakirin.

Filistînîyên li derdora El Aqsa rakirina tedbîrên ewlekarîyê bi kêfxweşî pîroz kirin.

Rêberên Misilman yên Orşelîmê, li dû bidawîbûna tedbîrên ewlekarîyê bang li gel kirin ku jinûve werin li Mizgefta El-Aqsa îbadetên xwe bikin.

Rêberan piştî tedbîrên ewlekarîyê, wek bertek biryara boykotê dabûn.

Neteweyên Yekbûyî (NY), bo kêşeyê hişyarî dabû û dîyar kiribu ku ger krîz heta roja Înê neyê çareser kirin ewê hîn gurtir bibe.

XS
SM
MD
LG