Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Benny Gantz îro Çarşemê li Ammanê bi Qralê Urdunê Abdullah re hevdîtineke pêk anî û rewşa aramîya herêmî û peywendîyên dualî nîqaş kirin.
Gantz piştî hevdîtina li Qesra Qralîyetê di twîteke de wiha got:
"Hevdîtina me têkilîyên mayînde û hevkarîyên xurt yên di navbera welatên me de nîşan da. Em bo ewlehî û û bextewarîya gelên xwe bi hevra dixebitin."
Qesra Qralîyeta Urdunê jî di derbarê hevdîtinê de daxuyanîyeke weşand.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku Qral Abdullah ji Gantz re gotiye ku parastina aramîya li herêmên Filistînê pir girîng e.
Hevdem, wî destnîşan kiriye ku bo dawîanîna şerê Îsraîl û Filistînê bi rengekî 'berfireh û dadmendî' bilî çareserîya du dewletî ti alternatîfeke tuneye.
Serdana Gantz ji dema têkilîyên di navbera her du welatên cîranan de baştir bûne vir ve, serdana dawî ya asta herî bilind e.
Urdun ji peymana aştiyê ya di 1994'an vir ve, bo Îsraîlê hevalbendekî ewlehîyê ye, lê têkilîyên wan di van salên dawî de jiber pirsgirêka Îsraîl û Filistînê xirab bûne.
Di demên dawî de, piştî ku li Îsraîlê hikkûmeta serokwezîrê kevneperest Benjamin Netanyahu ji desthilatdarîyê ket û di şûnê de koalîsyonek pir-partî hat ser kar têkilîyên her du welatan bi domdarî baştir bûne
Karbidestên Urdunî dibêjin ku guhertina siyaseta Amerîka ya bi seroktîya Joe Biden ya ber bi pabendbûna bo çareserîya du dewletî, givaştina ser Urdunê kêm kiriye.
Li Urdunê zedetirî 10 mîlyon Filistinî dijîn.
Herwiha, karbidest didin zanîn ku Îsraîl di mehên dawî de dayîna avê ji Urdunê re zêde kiriye û jinûve axaftin li ser projeyên herêmî û hilgirtina bazirganîya ser-sînor ya ku bi salan in hatiye rawestandin, jinûve dest bi gotûbêjan kiriye.