Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Saxlemî yê Îsraîlê bi Vîrusa Korona Ket


Wezîrê Saxlemî yê Îsraîlê Jakov Litzman û xanima wî bi vîrusa korona ketin.

Li gor daxuyanîya Wezareta Saxlemî ya Îsraîlê, Litzman û xanima wî ketine karantînayê û ew xwe baş hîs dikin.

Medya Îsraîlê da zanîn ku jiber nexweşîya Litzman dibe ku serokwezîrê wî welatî Benjamin Netanyahu careke din bikeve karantînayê.

Netanyau jiber berdestekî wî yê bi vîrusa korona ketibû xwe danîbû karantînayê û roja Çarşemê jê derketibû.

Testa vîrusa korona nîşan dabû ku Netanyahu bi vîrusa korona neketiye.

XS
SM
MD
LG