Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje li Bakurê Gaza 10 Leşkerên Wê Hatine Kuştin


Artêşa Îsraîlê roja Çarşemê kuştina 10 leşkerên xwe di şerên li bakurê Gazayê de ragihand.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di nava rojekê de, êrîş zêdetirî 250 armancan kirine.

Di operasyoneke li Gazayê de, leşkerên Îsraîlî termên 2 dîlên şer dîtin, ku di êrîşa Hamasê ya Cotmehê de dîl hatibûn girtin, ku bû sedema bersivdana leşkerî ya Îsraîlê.

Berdevkê Hêzên Berevanî yên Îsraîlê got ku Hamas di tunêlên binerdê de li deverên şênîbar yên Gazayê rehîneyan vedişêre, loma xebatên rizgarkirina wan aloz dike.

Lê, wî got ku Îsraîl dê di erka xwe yê azadkirina hemû dîlan de destvala namîne.

XS
SM
MD
LG