Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Wê Piştî Êrîşa Muşekî Jinûve Dest bi Operasyonên li Gaza Kiriye


Piştî êrîşên Îsraîlê dûman ji Gazayê bilind dibin (1/12/2023)
Piştî êrîşên Îsraîlê dûman ji Gazayê bilind dibin (1/12/2023)

Îsraîlê îro Înê Hamas bi binpêkirina lihevkirina jibo navbera mirovahî tawanbar kir û jinûve dest bi operasyonên xwe yên li Gaza kir.

Hêzên Berevaniyê yên Îsraîlê (IDF) jibo jinûve destpêkirina şer Hamas tawanbar kir û got ku Hamasê agirbesta demkî binpe kiriye û bi roketan êrîşê Îsraîlê kiriye.

Bi navbera mirovahî, ku 24’ê Mijdarê destpê kiribû û du caran hatibû dirêj kirin, bi dehan dîl û bi sedan girtîyên Filîstînê hatin berdan û alîkarî derbazî Gaza bûn.

Saetek berî navbera mirovahî biqede Îsraîlê ragihand ku wê muşekeke ji alîyê Gaza hatiye firandin sekinandiye.

Hamasê ser daxuyanîya Îsraîlê ti şirove nekir û berpirsîya avêtina muşekê negirt ser xwe.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi daxuyanîyekê dîyar kir ku ew bi biryar in ku dîlên xwe serbest bikin û Hamasê jî pûç bikin.

Hamasê jî dîyar kir ku Îsraîl berî navbera mirovahî 50 rojan bi ser neketiye û ewê piştî navberê jî bi ser nekeve.

Medyaya Filîstînîyan û Wezareta Navxweyî ya Gaza ragihand ku Îsraîl, Refah ya li nêzê derîyê sînor yê Misirê jî di nav de bi topan êrîşan dibe ser herêmê.

Reutersê ji zarê jêderên xwecihî ragihand ku li Xan Yûnisê bombebaran giran e û El Cezîre jî dîyar kir ku bi êrîşên dawî gelek kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê piştrast kir ku firokên wê li Gaza êrîş birine ser navendên Hamasê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG