Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Destûr ji Pîrozbahîyên 1’ê Gulanê re Nehat Dayîn


May 1 celebration in Istanbul not allowed by police
May 1 celebration in Istanbul not allowed by police

Îro 1’ê Gulanê ango Roja Cîhanî ya Karkeran e. Îsal li seranserî cîhanê jiber vîrusa korona roja karkeran ji her sal cudatir tê pîroz kirin û karker daxwaza yekdengî û mafên baştir dikin.

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitîya Doktorên Tirk (TTB), Yekîtîya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirkîyê (TMMOB) û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Civakî (KESK) li Stenbolê xwestin pirozbahîyek sembolîk li qada Taksîm’a Stenbolê pêk bînin.

Di heman demê de parlementerên Partîya Gel a Komarî (CHP) Ali Şeker, Sera Kadigîl û parlementerê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Musa Pîroglu Zuleyha Gulum, Oya Ersoy, Serpîl Kemalbay jî piştgirî da pîrozbahîyê tevlî meşê bûn.

Lê polîsên Tirk li ber avahîya DÎSK’ê ya li Beşîktaş’ê pêşîya rexistinên karkeran girtin û nehiştin derbazî qada Taksîm’ê bibin.

Piştî danûstandinan rexistinên karkeran xwestin derbazî Taksîm’ê bibin. Polîsan rê nedan û Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzu Çerkezoglu jî di nav de hejmareke zêde sendîkavan hatin binçav kirin.

Parlementerê HDP’ê Musa Piroglu anî ziman ku li Tirkîye li gelek cîhên cuda gelek ‘şoreşger’ hatin binçav kirin. Piroglu polîtîkaya hikûmeta Tirkîyê jî rexne kir û got,

“1’ê Gulanê jibo gel û karkeran hatiye qedexe kirin. Jixwe jiber vîrusa korona gelek karker jî bêkar man. Hikûmet budçeya dewletê ne jibo karkeran, jibo sermayedar û şer bi kar tîne.”

Piroglu di domandina axaftina xwe de got ku, hikûmet ji alîyekê ve jî dibêje ku bila karker bixebitin,

“Karker hem di nava nexweşîyê dê hem jî di nav şert û mercên xirab de kar dikin. Di pêvajoya pêş de bêkarî wê zêdetir bibe û ev bêkarî wê xizanî û şepirzeyîyê bi xwe re bîne. Hikûmetê ne jibo karkeran ne jî jibo bêkaran gaveke erênî navêje.”

Piroglu ji hikûmetê dixwaze ku alîkarî bide karkerên bêkar û xencî hilberandinên pêdivî, hilberandin bi giştî bisekinîne.

MEB_01_05_2020_Pîrozbahî_1_Gulan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:34 0:00

XS
SM
MD
LG