Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daketina Nirxa Lîreya Tirkî û Rewşa Firoşgeran li Tirkîyê


Dirava Tirkîye, lîra li hember dolara Amerîkî û Euro daket asteke pir nizim. Azadnekirin qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson girjîya di navbera Amerîka û Tirkîyê bandoreke xirab li ser lîra kiriye.

Nizimbûna nirxa lîra herî zêde bandor li ser firoşgeran dike jiber ku hêza kirîna gel roj bi roj lawaz dibe.

Tanju Ugur ku înternetkafe dixebitîne, dibêje ku bi pirtir bûna nirxa dolarê, perçeyên kompîteran ji buhatir dibin jiber ku ev hemî ji dervayê welat tên û bi dolaran tên firotin.

“Di destê gel de ji pere tuneye. Jiber vê yekê bandoreke xirab li ser karên min dike. Bilindbûna dolarê ne tenê jibo min, lê li ser hemû esnafan bandoreke xirab dike. Di demên dawî de hizira girtîna dikanê xwe ji dikim.”

Omer Bartîk ev ji karê firotina borek û pîdeyan dike û ji bilindbûna dolarê gazincan dike.

“Buhayê rûn, ard û kuncî, hema hema her hefte pênc ji sedê bûhatir dibin. Ger wiha bidome, emê dîkanên xwe bigirin, çimkî em zarar dikin.”

Bartîk dîyar dike ku ew her meh meaşên karkeran xwe dereng dide û wî neçar maye ku 3 kes ju kar derxîne.

“Berê, 10 deh karkerên min hebûn. Niha tenê 7 karker hene û jiber ku kar tune ez dixwazin tenê bi 5 karkeran kar bikim. Karê min bi rastî gelek kêm bûye. Berê min alîkarî dida malbata xwe, lê niha hemû pereyan ez didim deynên xwe.”

Nurî Yildiz jî kirîn û firotina telefonan dike û ew jî ji rewşa heyî gazincan dike.

“Gelek alavên teknîkî yên em dikirîn ji Çînê tên. Jiber ku ji Çînê li ser dolaran tên, em ji bi mecbûrî bi dolaran kirîna van alavan dikin. Dema ev alav hatin di wê seatê de dolar çiqas bilind be, ew alav ewqas giran tên kirîn. Lê em bi lîreya Tîrkî difroşin û ev ji jibo me zerar e.”

MB_08_10_2018_Ist_Abori
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:58 0:00

XS
SM
MD
LG