Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya EMEP Pêşbînî Dike ku Îmamoglu di Hilbijartinê de Serketî Be


Piştî ku Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan ya Tirkîye (YSK) piştî 17 biryara nûkirina hilbijartina bajarvanîya Stenbolê da, niha herkes li benda 23’ê Hezîranê ye.

Her çiqas Partîya Seadetê bi berbijarê xwe bikeve van hilbijartinan jî, ev hilbijartin dê zêdetir di nava berbijarê tifaqa “Millet” Ekrem Îmamoglu û berbijarê tifaqa “Gel” Bînalî Yildirim de derbaz bibe.

Pispor dibêjin jibo encamên van hilbijartinan, biryarên hin partîyên derveyî tifaqan jî girîng e.

Selam Gurkan
Selam Gurkan

Yêk ji van partîyan Partîya Kedê (EMEP) ye ku ji hilbijêrên xwe xwest ku deng bidin Îmamoglu.

Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan dîyar dike armanca piştgirîya Îmamoglu ew e ku “sîstema yek-mirovî” paşve bixin.

Gurkan bawer dike ku di şertên normal de Îmamoglu wê di van hilbijartinan de ser bikeve.

Ew bal dikşîne ser qeyrana aborîya Tirkîyê û dibêje ku hêza karkeran heye encama hilbijartinê dîyar bikin.

“Sedema qeyrana aborî, pirsgirêkên sîyasî û civakî desthilatdarîya heyî ye. Hember van pirsgirêkan em dibînin ku îro kedkar rêya rizgarbûnê digerin. “

Gurkan bal dikşîne ku Stenbol navendeke girîng ya aborî ye û loma jî hilbijartina wî bajarî ji tevahîya welêt re pir girîng e.

MEB_06_17_2019_EMEP
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:21 0:00

XS
SM
MD
LG