Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Ketina Helîkopterekê de 4 Leşker li Stenbolê Hatine Kuştin


Di ketina helîkoptereke leşkerî de 4 leşkerên Tirk li taxeke navendî ya Stenbolê hatine kuştin, leşkerekî din jî birîndar bû.

“Helîkoptera ku ji bingeha Samandira rabû, firîna hîndarî pêk tîna û heta niha sedema ketina wê ne dîyar e,” Walîyê Stenbolê Alî Yerlîkaya ragihand.

“Dermankirina kesên birîndar û vekolîna dîyarkirina sedema ketina helîkopterê destpê kiriye. Bizavên li cîhê bûyerê jî berdewam in,” Yerlikaya got.

Dîmenên ku hatine weşandin, nîşan dida ku helîkopter li taxa Sancaktepe ya alîyê Asya ya Stenbolê. Li nav xanîyên rûniştvanan ketiye û perçeyên helîkopterê li seranser taxê belav bûne.

XS
SM
MD
LG