Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandana Jinan ya Dijî Tundî Bû Armanca Mudaxaleya Polîsan


Jiber 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Ser Jinan li gelek bajarên Tirkîyê çalakî pêk hatin.

Herî zêde jin li qada Tunel ya li Stenbolê hatin cem hev.

Hevseroka Partîya Demoktatîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, jî di nav de hin parlamanterên HDP’ê û Partîya Gel a Komarî (CHP) tev li vê meşê bûn.

Jinan xwestin ku ji Qada Tunel heta Qada Galatasarayê bimeşîn lê polîsan destûr nedan. Sedama vê pêşîlêgirtînê hat dîyar kirin ku meş hatîye qedexe kirin.

Jinan li hember vê qedexe kirinê jî bî dirûşman xwestin careke din bimeşin. Lê polîsan bî gaza îsotê û gûleyên plastîk mudaxaleyî jinan kir.

Piştî mudaxaleya polîsan jin li kolana Mîs hatin cem hev û daxuyanî li vir pêk hat.

Emdama Platforma Jinan a 25 Mijdarê Fulya Dagli daxuyanî xwend, “Em hêjatîya maf û jîyanên xwe dizanin, jiber ku tevgera jinan heye, tekoşîna jinan heye”

Jina bi navê Melek Kaplan ji Dengê Amerîka re got ku ew jiber şîdeta dijî jinan hatin cem hev.

“Me xwest ku em li kolana Îstîklalê bimeşin, lê polîsan destûr neda û em rastî şîdeta polîsan hatin. Jinên ku piştgirî dide polîtîkaya hikûmetê pewîstê vê yeke bibînin.”

Li gor daneyên Wezareta Navxweyî ya Tirkîye di di sala 2017’an de 133, 809 di heft mehen pêşîn ya 2018 de, 96, 417 jin rastî şîdetê hatin û 393 jin ji hatin kuştin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:55 0:00

XS
SM
MD
LG