Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartina Georgia de Warnockê Demokrat Serketî Bû, Hilbijartina Din Hîn Ne Dîyar E


Raphael Warnock

Medya Amerîkî ragihand ku berbijarê Demokrat Raphael Warnock serfirazê pêşbînkirî ye hilbijartina Civata Senatoran ya eyaleta Georgia ye.

Li gor hejmarên herî dawî Warnock pirtir ji hezar dengan li pêş berbijara Komarî Senator Kelly Loeffler e.

Warnock jî bi peyameke vîdyoyî ji alîgirên xwe re serketina xwe ragihand.

Bi serketina Warnock, hejmata kursîyên Demokratan di Civata Senatoran de bû 49.

Di hilbijartina din de, namzetê Demokrat Jon Ossoff bi pirtir ji 16,000 dengan li pêş kandîdê Komarî, Senator David Perdue ye.

Çavê Amerîka ji mêjve ser hilbijartina istana Georgia ye jiber ku encama vê hilbijartinê wê dîyar bike ku kîjan partî piranîya Civata Senatoran bi dest bixe.

Li gor qanûnên Amerîkî, dema her du partî di Civata Senatoran ya bi 100 kursîyan de xwedî 50 kursî bin, hîngê cîgira serok dikare dengê xwe bide ku dawî li wê rewşê bîne.

Ger ev senaryo pêk were, bi dengê Cîgira Serok Kamala Harris piranîya Civata Senatoran derbazî Demokratan dibe.

Li Civata Nûneran ya beşa jêrîn ya Kongresa Amerîkî, Demokrat xwedîyê piranîyê ne, lê Komarî heta hilbijartina Georgia kontrola Civata Senatoran dikirin.

XS
SM
MD
LG