Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kardaş: Serdana Barzanî û Peyamên Ocalan Ji bo Hilbijartinên Stenbolê Ne


Li Tirkîyê jî rojeva herî germ ev hilbijartin peyamên Rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan û serdana Neçîrvan Barzanî ya jibo Tirkîyê ye.

Serdana yêkan ya Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî jibo derveyî welêt pir girîng e.

Herwiha ev du rojîn peyamên Ocalan di rojeva germ e. Jiber vê yekê jî pispor dibêjin dengên HDP’yan jibo hilbijartinên Îstenbulê pir girîng in.

Her sê rojevên germ Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (KDP-T) Mehmet Emîn Kardaş jibo Dengê Amerîka nirxand.

“Birêz Serok Barzanî serdana xwe ya pêşîn li Tirkîye kir. Ev jî dide xuya kirin ku Barzanî dê di dîplomasîyê de roleke girîng bilîze Jibo Kurdan. Lê ez vê serdanê ji alîyê Tirkîye ve jî wekî operasyonekê hilbijartinê dibînim. Jiber ku çawe Îstenbul winda kirin parêzer şandin cem Ocalan. Carna jî jibo Kurdan hin tiştên nerm û germ gotin.”

Kardaş dibêje hemî gavên di dêmên dawî de têne avêtin ne jibo çareser kirina pirsgirêka Kurdan in, ewjibo hilbijartinên Îstenbulê ne.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:17 0:00

Şîroveyan bibîne (1)

Ev forume hate girtin.
XS
SM
MD
LG