Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîna Stenbolê de 6 Kes Hatin Kuştin û 81 Birîndar Bûn


Kolana Îstîklalê piştî peqîna roja Yekşemê.
Kolana Îstîklalê piştî peqîna roja Yekşemê.

Di encama peqîna roja Yekşemê de Îstîklalê, kolana herî qerebalix a taxa Beyoglu ya Stenbolê, 6 kesan jîyana xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn, li gor karbidestên Tirkîyê.

Piştî peqînê tîmên agirkuj, ambulans û polîs derbazî cihê bûyerê bûn û polîsan rêyên dikeve kolana Îstîklal’ê jibo çuyînûhatinê girtin û tedbîrên ewlehîyê standin.

Herwiha tîmên rizgarkirinê birîndar rakirin nexweşxanêyên derdora cîhê peqînê û piranîya birîndaran birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Taksîm’ê û nas û malbatên wan heta niha jî li ber derîyê nexweşxaneyê ne.

Piştî peqînê pêşîn Walîyê Stenbol’ê Alî Yerlîkaya dîyar kir ku “Sedema peqînê û hûrgiliyên wê hêj nayên zanîn. Lê di encama peqînê de 4 kes mirine 38 kes jî birîndar bûne.

Piştre jî serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku di peqîna îro de herî kêm 6 kesan canê xwe ji dest dan û 53 kes birîndar bûn.

Dîsa Erdogan bi berdewamî jî destnîşan kir ku “Em bi teqez bibêjin ku ev teror e, xelet e. Lê geşedanên pêşîn û axaftinên walîyê min ji me re ragihand, li vir bêhna terorê tê. Heya niha tespîtên pêşîn ev in ku rola jinekê di vê peqîne de heye,” wî got.

Herî dawî jî cigîrê serok Erdogan Fuat Oktay jî ji cîhê bûyerê ragihand û got ku “Hejmara birîndaran 81 in û rewşa du birîndaran jî giran e û em wisa dinirxînin ku ev çalakîyekî terorî ye.”

Ji alîyekî din ve jî rojnamevan Erdogan Alayumat ku berîya peqînê nêzî cîhê bûyerê bû anî ziman û wî dîyar kir ku piştî peqînê hemî kes bi tirseke mezin direvîyan.

Erdogan Alayumat.
Erdogan Alayumat.

“Dema em pêşîn çûn cîhê bûyerê, peqîna bombeyê nehat bîra me û me got ku dibe ku jiber gaza xwezayî be. Lê piştre em nêzî cîhê bûyerê bûn û kolan bibû wek qada şer. Me gelek kesên birîndar li cîhê bûyerê dît û ew di nav xwînê bûn. Ez nizanim, lê li cîhê bûyerê min bi çavên xwe dît ku 3 kes an mirîbûn an jî bi giranî birîndar bibûn.”

Li ser peqîna Stenbolê Balyozxaneya Amerîka ya Enqere jî sersaxî xwest.

Balyozxaneyê li ser hesabê xwe yê Twitter’ê bi Îngîlîzî û Tirkî daxuyanîyek da û wiha hat nivîsîn "Em wek Nûnertîya Dîplomasî ya Amerîka ya li Tirkîyê jiber peqîna îro ya piştî nîvro ya li Stenbolê gelekî xemgîn in. Em ji malbatên kesên jîyana xwe ji dest dane re sersaxîyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin."

Hêjayî gotinê ye ku Serdozgerîya Komarê ya Stenbolê jî derbarê vê peqînê de lêpirsîn da destpêkirin û 5 dozger hatin erkdar kirin.

Raporta Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:14 0:00
XS
SM
MD
LG