Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê HDPê ji bo Hilbijartinan Çalakiyek li Dar Xist


Rêxistina Partîya Demokratîk a Gelan ya Stenbolê jibo xebatên hilbijartinan li Navçeya Zeytînburnu civîneka gel lidarxist.

Hevseroka Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û rêveberên bajar û navçeyan jî tevlî civînê bûn.

Berîya civînê bi sedan welatî li qadê kombûn û li ber stranên hilbijartinê yên HDPê govend girtin. Herwiha bi dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bijî berxwedana zindana” piştgirî dan çalakîya girêvên birçîbûnê.

Hevserokê HDP yê Bajarê Stenbolê Cengîz Çîçek di civîna gel de axîftinek kin kir û got:

"AKP hertim jibo Stenbol dibêje ew evîndarên vî bajarî ne, Lê roja 31 Adarê ev evîn dê biqede. Stenbol li benda me be” wî got.

Herwiha hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî li vir axifî Buldan di destpêka axaftina xwe de got, min ji Şirnex, Cizîr û li bajarên Kurdan silav ji were anî û wiha got,

“Em hatine ku careke din Stenbolê ji destê desthilata yêkperestî derxinin. Em hatine ku li Stenbolê aşitî, azadî û demokrasîyê serwer bikin. Bêguman Îstenbul tê wateya Tirkîye yê. Bi Qezenckirina Stenbolê qezenckirina Tirkîyê ye. Di serî de Stenbol me li gelek bajarên mezin namzed nîşan nedan. Yêk ji van jî navçeya Zeytînburnuyê bû. Lê ev nayê wê wateyê ku em li şaredarîya Zeytînburnuyê nûnertîyê dernexinin. Divê em jibo ku tifaqa AKPê û MHPê heta ku paşve bibin heya 31 Adarê em ê bi şev û roj bixebitin. Em ê Stenbolê radestî faşîzmê nekin.”

Buldan bal kişand ser terorîze kirina HDP û wiha pêde çû,

“Her ku Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan li hemû mîtingên xwe de rojeva wî ya sereke HDP ye. Li hemû mîtîngên xwe de erîşî HDPê dike û HDPê terorîze dike. Xebatkarên

HDPê wekî terorîst pênase dike. Bi van re nêzîkatîyan re dibêjin qey mirovan ji HDPê dur kevin û biçin AKPê. Lê 6 mîlyon endamên HDPê ji van gotinan natirsin. Her ku diçe HDP mezintirîn dibe. Ger HDP hebe lî wê derê bawerî û aramî heye. HDP tê wateya gelên Tirkîye yê.

Buldan behsa ser çalakîya girevên birçîbûnê kir û got divê daxwazên kesên di girevên birçîbûnê de werin qebûlkirin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00

XS
SM
MD
LG