Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Sempozyûma 'Kedê di Rojeva Şer, Koçberî Û Penaberîyê de' Lidarket


Sempozyûma Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ya bi navê “Keda di bin sîya şer, koçberî û penaberîyê de” li Stenbolê bi rêve çû.

Ev sempozyûm li Navenda Çanda Nazim Hîkmet ya li taxa Şîşlî du rojan dewan kir û gelek partîyên sîyasî, sazîyên civaka sîvîl, rêxistinên karkeran, û komelayên penaberan û kesên ser vê mijarê dixebitin tevlî bûn.

Di axaftinên ser vê mijarê de hat gotin ku “Bi mîlyonan penaberên ku jiber wêranîya şer ji cîh û warên xwe koç kirine, li herêmên ku diçine rastî gelek pirsgirêkan tên. Gotarên nefretê yek ji pirsgirêka herî mezin e penaber rûbirû dimînin. Herwiha ji îstismarkirina kedê bigire heya dûrxistina ji civakî bi sedan pirsgirêkan dijîn.”

Di heman demê de di vê sempozyûmê de hat dîyar kirin ku tevî van pirsgirêkan jî jibo çarêserîyê ji alîyê hikûmeta Tirkîyê ve ti gav nayên avêtin.

Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk anî ziman û got ku hem li Tirkîyê hem jî li cîhanê pirsgirêka kedxwarina penaberan heye.

“Îro li Tirkîyê her çiqas 4 mîlyon penaberên tomarkirî hebe jî bi yên bê tomarkirî em dikarin bêjin nêzî 7 mîlyonan e. Dîsa bi şerê Rusya û Ukrayna hejmara penaberan li cîhanê ji 100 mîlyonan zêdetir bûye. Jiber qeyranên sîstema kapîtalîst û desthilatên nijadperest û dûperest penaberên li wan welatan dibin armanca sîyaseta qirêj û polîtîkayên neyartîyê,” wî got.

Bozgeyîk di berdewamîya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku ewên jibo çareserkirina pirsgirêkên penaberan zêdetir bi partîyên opozîsyonê re di nav têkilîyê de bin.

“Em jî wek KESK’ê bi partîyên ku dixwazin di pêvajoya pêşdetir de bibin desthilat re wek rêya sêyan jibo polîtîkayeke nû ya penaberan danûstandinan dikin. Herwiha em bi sendîkayên din re jî jibo pêşîgirtina gotarên nefretê û wekhevîya di kar de ya jibo penaberan dixwazin rêxistinbûyînek hevbeş avabikin.”

Dîsa seroka Partîya Gel a Komarî (CHP) ya Stenbolê Dr. Canan Kaftancioglu jî li vir bû û wê jî bal kişand ser polîtîkayên desthilata Tirkîyê û wiha axivî.

“Li welatê me penaber, jibo berjewendîyên kesek an jî çend kesan wek amûra sîyasetê tê bikaranîn û ev yek dibe ku pirsgirêka sereke ya vê mijare be. Nirxandin, axaftin û danûstandinên di civînên wiha de wê pêşîya vê pirsgirêkê bigire. Eger em mijarên koç penabertî û şer di çarçoveya mafên mirovan û kedê bibînin çareserkirina van pirsgirêkan jî dê hêsantir bibe.”

Li alîyekî din ve jî Kînda Elamur jî ji Sûrîyê ye û ew jî tevlî vê sempozyûmê bûye. Elamur dibêje ku em li pirî cîhan dibin armanca tundîyê.

“Wekî penaberekî jin, me hemî tişt winda kir û jinûve destpê kir. Di kargeh, û metroyan de pêşîn jin, zarok û pir dibin armanca her cûre tundîyê. Mînak jiber ku em jin in em ji mûçeya kêmtirîn, mûçe distînin û xwedîye kar bi hincetên ne rast vê yekê dikin. Jîyan pir zor e û li gor min wek jin penabertî jî ya herî zor e.”

Raporta Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:21 0:00
XS
SM
MD
LG