Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki dîyar kir ku ew bi baldarî hewildanên îstixbarata Rûsya yên ser reşkirina vaksînên Moderna û Pfizerê dişopînin.
Jen Psaki da zanîn ku Amerîka hay ji wan hewildanan heye, ew wan bi baldarî dişopîne û gavên hewce diavêje.
Yek ji berdevikên Wezareta Derve ya Amerîka jî wan heta niha sê weşanên onlayn yên ji alîyê îstixbarata Rûs ve tên birêve birin tespît kirine.
Li gor daxuyanîya wî berdevikê, armanca wan weşanan reşkirina vaksînên Moderna û Pfizerê ye.
Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki jî dîyar kir ku ew weşan ser jimareke mijaran agahîyên şaş belav dikin.
Li gor agahîyên Psaki dane, ew weşan xêncî reşkirina vaksînên Moderna û Pfizer, ser rêxistinên navneteweyî, pevçûnên leşkerî û protestoyan jî agahîyan didin.
Nûçeya pêşî ya ser wan weşanan roja Yekşemê Wall Street Journal belav kiribû.
Berdevikê Kremlînê ji wê rojnameyê re dîyar kiribû ku ew îdiayên ser reşkirina vaksînan derew in.
Serok Joe Biden di 26’ê Sibatê de gotibû ku vaksîn bi bandor û ew bi wan bawer dikin.
Biden dîyar kiribû ku ewê bo karanîna vaksînan kempeyna perwerdeyê bidin destpê kirin û rêberên komên cihê yên Amerîkîyan bo wê kempeynê bicivînin.
Karbidestên saxlemîyê dibêjin ku dibe ku di mehên pêş de komên pêkhatê bi guman li vaksînan binêrin û ew rê li ber armanca mezin ya vaksînkirina temamê civakê bigire.