Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatiyên Îtalya Tevlî Hilbijartinên Giştî Dibin


Îro Yekşemê xelkê Îtalya tevlî piroseya dengdanê dibin di hilbijartinên giştî yên welêt de, piştî helmetên hilbijartinan ku bal kişandin ser aboriya welêt a lawaze, bêkarî û koçberan.

Rapirsîn pêşbîniya wê yekê dikin ku partiya serokwezîrê berê Silvio Berlusconi û hevalbendên wî yên rastgir dê bi kutleyeka mezin derbasî parlemanê bin lê dê nikaribin piraniya dengan wergirin.

Tevgera 5 stêr a li beramber desthilatê û bi saya dilgiraniya ji gendelî û hejariyê mezin dibe, diyare dê mezintirîn tek partî be, di demekê de ku partiya rastgir a desthilatdar a Demukrat dê sêyem be.

Bingehên dengdanê dê demjimêr 11 şev bi dema xwecihî bên girtin û pêşbîne encamên dengdanê derengî Duşemê bêne ragihandin.

XS
SM
MD
LG