Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya: Herî Kêm 27 Koçber di Binavbûna Keştiyekê de li Peravên Îtalyayê Mirin


Tîmêm rizgarkirinê termê koçberekî derdixin piştî binavabûna keştiyê li peravên Îtalyayê
Tîmêm rizgarkirinê termê koçberekî derdixin piştî binavabûna keştiyê li peravên Îtalyayê

Medyaya Îtalî îro Yekşemê ragihand ku herî kêm 27 koçber mirin piştî ku keştiya wan danê sibehê li bajarê peravê yê Îtalyayê Crotone li herêma başûrê Kalabria binav bû.

Ajansa nûçeyan ANSA ragihand ku tê texmînkirin herî kêm 30 kes xeniqîne.

Lêgerîna kesên sax didome lê ji ber bahozên deryayê asteng bûn.

Ajansa nûçeyan AGI ji ser zarê xebatkarekî rizgarkirinê ragihand ku di nav qurbaniyan de zarokek çend mehî jî heye.

Hat gotin ku barê keştiya koçberan zêde bûye û ji ber pêlên tund perçe bûye.

Nobedarên peravê yên Îtalî dema ku bi ajansa AFP re têkilî danî, şîrove red kirin.

Ev trajedî tê çend rojan piştî ku hukûmeta rastgir a tund a Îtalya yaseyeke nû ya nakokbar li ser rizgarkirina koçberan derxist pêş parlemanê.

Serokwezîra rastgir Giorgia Meloni, seroka partiya Birayên Îtalyayê ya qonaxa piştî faşîzmê, di Cotmehê de desthilatdarî bi dest xist, beşekî li ser soza rawestandina pêla koçberan ku digihêjin peravên Îtalyayê.

Yaseya nû keştiyên alîkariyê yên koçberan neçar dike ku di demekê de tenê yek hewldana rizgarkirinê bikin, ku rexnegir dibêjin metirsiya zêdekirina hejmara miriyan li navenda Deryaya Spî heye.

Ev rê ji bo kesên ku li Ewrupayê daxwaza penaberiyê dikin, derbasbûna herî xeternak a cîhanê tê dîtin.

Hejmareke mezin a koçberên ku ji şer û xizaniyê direvin, ji Afrîqayê derbasî Îtalyayê dibin, bi hêviya gihîştina Ewrupayê.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG