Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya Bêtirî 250 Koçberan ji Nav Deryayê Rizgar Dike


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Zêdetirî 350 koçber, ku 40 zarok di nav wan de hene, şevê ji aliyê keştîya Zêrevanên Beravên Îtalyayê "Dattilo" ve hatin rizgarkirin.

Li gor daxuyanîya hêzên ewlehîya beravê, keştiya masîgiriyê ku zêdetirî 350 koçber tê de bûn, ji ber şert û mercên xirab ên hewayê ketibû metirsiyê, ji ber vê yekê Navenda Operasyonê ya Netewî ya Îtalyayê keştîya "Dattilo" û çend keştiyên dewriyê ji bo rizgarkirina wan kesan şandin herêmê.

Di operasyona rizgarkirinê de her weha balafirek ATR42 ya Zêrevanên Beravên Îtalî, balafirek Frontex û çar keştiyên bazirganiyê yên ku alîkariya kêmkirina bandora bayê dikin bo rizgarkirin û ewlehîya hemî koçberan hêsan bike, beşdar bûn.

Her sal bi hezaran koçber û penaberên ji Afrîqa, Rojhilata Navîn û Asyaya Başûr hewl didin ku bi keştiyên qelebalix, û pir caran jî nebaş, bi rîya Deryaya Spî derbasî Ewrupayê bibin.

Zêdetirî 1,300 mêr, jin û zarok heta niha di sala 2021'an da mirine ku hewl didan ji Lîbya û Tûnisê derbasî Îtalya û Maltayê bibin, li gor Rêxistina Cîhanî ya Koçberiyê.

XS
SM
MD
LG