Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya 15 Koçberên Neqanûnî Di Keştiyeka Tirkiyê De Digire


Malpera MarineTraffic ragihand ku hêzên taybet yên îtalya rê li keştiyeke barhilgir a Tirkiyê girt piştî ku komek kesên nenas tê de hatin dîtin, û niha li başûrê bajarê Napolê hatiye sikinandin û polîs lêkolînan dike.

Wezîrê Îtalya Guido Crosetto li ser Twitterê nivîsî: "Her tişt baş qediya."

Wî got, "pîrozbahiya min ji xortên tabûra San Marco û polîs re, yên ku operasyonek ecêb qedandin."

Derengî roja Înê, Crosetto gotibû ku di keştiyekê de 15 "koçberên neqanûnî" hatine dîtin, lê hûrgulî nedan ka wan çawa karî xwe bigihînin wir an ji kîjan welatî ne.

Ajansa nûçeyan ya Ansa ragihand ku koçber hatine daxistin û dozger ferman daye polîsan ku rûdanê kontrol bikin.

Daxuyaniyeke Wezareta Veguhestinê ya Tirkiyê roja Înê ragihand ku keştiya barhilgir a Galata Seaways ji bendera Yalova ya Tirkiyê ber bi Sete ya Fransayê ve diçû.

Wê got ku tîma wan roja Înê sibê kamerayên ewlehiyê hebûna kesên din di nav keştiyê de nîşanî wan da.

Kaptinê keştiyê ji polîsê Îtalî re got ku wî hişyarî da piştî ku wî dît du ji wan kêr hilgirtine, li gor ajansa Ansayê.

Kaptin deriyê oda motoran li ser xwe girt û hişyarî da rayedarên deryayî yên Tirkiyê û ew jî bi Îtalya û Fransa re axivîn. Daxuyaniyê nîşan bi wê yekê da ku ew piştre bi gemiyê ber bi Napolê ve çûn.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG