Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îtalya di Gulebaranekê de 4 Kes Birîndar Dibin


Medya xwecihî ya Îtalî îro Şemiyê ragihand ku çekdarekî li bajarê Maserata xelkê piyade gulebaran kirin û di encamê de bi kêmanî çar kes birîndar bûn.

Gumane sedema vê êrîşa dijî koçberên Afrîqî kîna nijadî be.

Berpirsên bajêr ragihand ku wan piştî du demjimêran kesê êrîşker girt.

Şaredarê Masrata daxwaz ji welatiyan kiribû ku di hundirê malên xwe de bimînin û gotibû kesekî çekdar bi erebeya xwe li bajêr digere û xelkê gulebaran dike.

Maserata derdora 200 kîlometir li Rojhilata Roma paytext e.

Ev gulebaran tê çend rojan piştî rûdana kuştina keçeka Îtalî ya 18 salî, ku termê wê hatibû qutkirin û di du tûran de hatibû veşartin.

Koçberekî Nîjîrî hatibû girtin bi gumana girêdana wî bi kuştina wê keçê de.

XS
SM
MD
LG