Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Çînê Xi Jinping û Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi bi rêka telefonê ser kêşeyên Afganistanê axifîne.
Reutersê dîyar kir ku Jinping û Draghi di ser Hilcivîna G20 re, ku dê di meha pêş de li Roma li dar keve, bo hevkarîya Çîn û Îtalya peyivîne.
Medya fermî ya Çînê, Xinhua ragihand ku Jinping dê piştgirîya hewildanên bo serketina hilcivînê bike û hêvî dike ku Îtalya dê di pêşdebirina peywendîyên Çîn û Yekîtîya Ewrupa (YE) de roleke aktîf bilîze.
Draghi hewil dide ku piştî civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) ya dê di 30’yê Îlonê de bi dawî bibe, hilcivîneke demkî ya G20 ya ser Afganistanê çêke.
Ofîsa Draghi û Xinha, di daxuyanîyên xwe de behsa hilcivîneke wisa nekirine, lê Draghi ser wê planê danûstandinên bi rêberên G20 re didomîne.