Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Îtalya Dibêje Ewê Hikûmeta Talîbanê Nas Nekin


Wezîrê Derve yê Îtalya Luigi Di Maio roja Yekşemê dîyar kir ku ewê hikûmeta Talîbanê ya li Afganistanê nas nekin.

Di Maio bang li hikûmetên cîhanê kir ku alîkarîya gelê Afganistanê bikin û rê li ber pêla koçberîyê ya dikare jiber aborîyê çêbe, bigirin.

Seroktîya demkî ya salane ya G20 di destê Îtalya de û ew hewil dide ku ser Afganistanê hilcivîneke taybet çêke.

Di Maio, ku hefteya borî li New Yorkê di civîna wezîrên derve yên G20 de seroktî kiribû, dîyar kir ku jiber ku di nav wezîrên Talîbanê de ‘’17 terorîst hene, ew mafên keç û jinan binpê dikin’’, ew nikarin wê hikûmetê bipejirînin.

Wî da zanîn ku divê gelê Afgan piştgirîya aborî bistîne û rê li ber pêla koçberîyê ya bê kontrol bigire.

Wezîrê Îtalî got ku wan biryar daye ku parçeyekê alîkarîyê bo berevanîya keç û jinan xerc bikin.

Ser hilcivîna derbarê Afganistanê, Di Mao da zanîn ku ewê dîroka wê di hefteyên pêş de bêlî bibe.

XS
SM
MD
LG