Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya: 300 Zarok bi Vîrusa Korona Ketine


Berpirsên saxlemîyê yên Îtalya ragihandin ku li wî welatî 300 zarok bi vîrusa korona ketine.

Serokê Doktorên Zarokan yên Îtalî Alberto Villani dîyar kir ku heta niha ti zarok bi vîrusa korona giran nexweş neketine û jîyana xwe ji dest nedane.

‘’Bi qasî dê dîtin, vîrusa korona bo zarokan ne kêşeyeke dijwar e.’’ Villani got.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) jî dabû zanîn ku ew vîrus pir kêm caran li zarokan nexweşîyên giran çêdike.

Pisporên saxlemîyê hîn fehm nekirine ku zarok çima bi vîrusa korona bi giranî nexweş nakevin.

XS
SM
MD
LG