Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya jiber Zêdebûna Pêketinên Nû yên Vîrusa Korona Qedexeya Derketina Derve Radigihîne


Hikûmeta Îtalya jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona qedexeya derketina derve ya bi şev ragihand.

Li gor biryara hikûmetê, di navbera 22:00 û 05:00 dê derketina derve qedexe be.

Bi tedbîrên nû muzeyên li seranserê welêt dê girtî bin, lîse û zanîngeh dê dersên onlayn bidin û mol jî dê di dawîya hefteyê de werin girtin.

Herêmên Îtalya li gor hejmara pêketinên vîrusa koroa dê di sê kategorîyan de werin bi cîh kirin û bi vî awayî dê hin tedbîr li gor herêman biguherin.

Hikûmetê li hev kiribû ku tedbîrên nû di 5’ê Mijdarê de di merîyetê kevin, lê Serokwezîrê Îtalya Guiseppe Conte dîyar kir ku hewcedarîya wan bi demê heye û da zanîn ku ewê qedexe di 6’ê Mijdarê de destpê bikin.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Îtalya 790,377 kes bi vîrusa korona ketine û 39,764 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG