Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya Dê Heta Dawîya Salê 45 Mîlyon Vaksîn Bide Welatên Din


Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi îro Pêncşemê da zanîn ku ew dê berî dawîya salê 45 mîlyon doz vaksînên COVID-19 bidin welatên din.

Draghi di Hilcivîna COVID-19 de, ku bi pêşengîya Amerîka li dar dikeve, dîyar kir ku plana Îtalya berê belavkirina 15 mîlyon doz vaksîn bûye, lê wan ew hejmar rakiriye 45 mîlyonan.

Wî dîyar kir ku ew kêfxweş in ku wan hejmara vaksînan kiriye sê qat û got ku ewê heta dawîya salê 30 mîlyon dozên din bibexişînin û bigehijin 45 mîlyon doz vaksîn.

Rêberên welatên pêşketî di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de gotibûn ku li hin welatan bi zêdebûna pêketinên vîrusa korona re cureyên nû çêdibin û hişyarî kiribûn.

Serokê Amerîka Joe Biden do Çarşemê da zanîn ku bo çareserkirina kêşeya vîrusa korona ewê bo welatên hejar 500 mîlyon doz vaksînên din bikirin ku bi vî awayî hejmara vaksînên Washingtonê bexşandî dê ji 1,1 mîlyarî derbaz ke.

Ji alîyê din ve, Serokê Çînê Xi Jinping li NY’ê da zanîn ku ewê heta dawîya salê 2 mîlyar vaksîn bidin welatên cîhanê.

XS
SM
MD
LG