Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bêhtirî Nîvê Cîhanê Internet bi Kar Tîne


Yekîtiya Navnetewî ya Pêwendiyan radigihan ku bo yekem car di dîrokê de, nîvê xelkê cîhanê Internêtê bi kar tîne.

Raporta nû dibêje di dawiya vê salê de, wê 3.9 milyar kes li cîhanê li ser Internêtê bin.

Ew dibêje piraniya kesên Inyetrnêt bi kar tînin li welêatên pêşketî ne ku bêhtirî 80 ji sedî ji xelkê wan li ser Internêtê ne. Lê ew dibêje bikaranîna Internêtê li welatên ku nû geş dibin bi awakî berçav bilind bûye ji rêjeya 7.7 % di sala 2005an de bo 45.3 % îsal.

Yekîtiya Navnetewî ya Pêwendiyan dibêje Afrîqya herêma herî geşe di vê derbarê de, ku di sala 2005an de tenê 2% bû, niha 25% ye.

Ew dibêje asta herê kêm a geşbûnê li Ewrupa û Amerîkayên bakur û başûr e.

Amareka nû hatî belavkirin diyar dike ku asta bikaranîna telefonên destan bêhtir bilind dibe.

XS
SM
MD
LG