Ivanka Trump, keça serokê berê yê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê di dadgeheke sextekarî ya sivîl de ku karên hindurîn ên karsazîya serokê berê eşkere kirîye şahidîyê bide.
Amadebûna Ivanka Trump li dadgeha NY piştî lêkolîna bi 2 birayên wê yên mezin û babe re ye, ku tevî alozîyên wî yên qanûnî pêşbirkîyê ji bo namzedîya serokatîya Komarî ya 2024an dike.
Berevajî birayên xwe û bavê xwe, Ivanka di dozê de nayê sûcdar kirin.
Doza ji hêla Dozgera Giştî ya New York Letitia James ya Demokrat, Trump û karsazîyên malbata wî sûcdar dike ku nirxê mal û milkên guhertine da ku deyndêr û bankan bi xapîne û navûdengê Trump wekî karsazek serketî nîşan bide.
Trump haşa dike ku wî şaştî kiribe û dadweran bi alîgirya sîyasî destwerdanê di hilbijartinan de tawanbar dike.