Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ivanka Trump Ser Êrîşa Kongresa Amerîka ya Sala Borî Şahidîyê Dike

Ivanka Trump, keça mezin a Serokê berê yê Amerîka Donald Trump
Ivanka Trump, keça mezin a Serokê berê yê Amerîka Donald Trump

Ivanka Trump, keça mezin a Serokê berê yê Amerîka Donald Trump û yek ji şêwirmendên wî yên payebilind, roja Sêşemê li pêş komîteya Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka bersîva piran da; di derbarê êrîşa piştevanên serokê berê li roja 6 meha yek a 2021'ê ya ser Kongresa Amerîkî.

Şahidî ya wê ya bi onlaynî çend roj piştî ya hevjînê wê Jared Kushner bû, yê ku ew jî yek ji şêwirmendên berê yê payebilind yên Koşka Sipî bû.


Komîteya Kongrêsê lêkolîne dike; rola Ivanka Trump ya dema şêwirmendîya wê ya li Koşka Spî û herwiha mijara wek bavê wê ji cîgirê xwê Mike Pence dixwest di deqîqeyên dawî de pesend kirina serketina Joe Biden ya di helbijartinên serokatîyê de,asteng bike.

Hate ragihandin kû piştî bi sedan piştevanên serokê berê Donald Trump êrîşî avahîya Kongrêsê kir, wî goh nedaye daxwazên şêwirmendên xwe, ji wan du caran jî keça xwe; da ku rê li pêş xirabkariya roja 6 meha yek ya 2021ê bigire.

Di wê êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Heya niha bêtir ji 200 ji piştevanên Trump pênasîn bi tawanên xwe kirine û çend ji wana hatine dadgehkirin û cezayên zîndanê li ser wan hatine danîn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG