Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîyasetvanê Sirbî yê Kosovoyî Ivanovic di Êrîşekê de Hate Kuştin


Sîyasetvanê navdar yê Sirbî yê Kosovoyî Oliver Ivanovic îro di encama êrîşeke çekdarî de li ber avahîya partîya xwe ya li bajarê Mitrovica hate kuştin, di vê demê de ku alozîyên etnîkî yên navbera Kosovo û Sirbistanê kûr in.

Karbidestên polîsan dibêjin ku ku jimareke çekdaran ji otomobîlekê gule barandin ser sîyasetvanê 64 salî, dema ew giheştibû navenda partîya xwe.

Karbidest didine zanîn ku wan dû re trombîleke şewitî dît ku îhtîmal e di êrîşê de hatibe xebitandin.

Hêjayî balkişandinê ye ku kuştina Ivanovic di heman roja danûstandinên navbera Sirbistanê û Kosovo tê bo normalkirina peywendîyan li Brukselê dicivin.

Berpirsa sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa Federica Mogherini telefona serokê Sirbistanê Aleksandar Vucic û yê Kosovo Haşîm Tacî kir û kuştinkarî şermezar kir.

XS
SM
MD
LG