Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Baş Hevkarîya Hilbijartinê ya bi CHP re Red Kir


Meral Aksener, Head of Iyi Parti
Meral Aksener, Head of Iyi Parti

Partîya Baş (Îyî Partî) pêşnîyara Partîya Gel ya Komarî (CHP) ya jibo hevkarîya li hilbijartinên herêmî yên Tirkîyê yên 2024’an red kir.

Rêvebirîya Partîya Baş ser pêşnîyara CHP’ê dengdaneke veşartî li dar xist û di dengdanê de ser qebûlkirina pêşnîyarê 14, ser redkirina wê 35 deng derketin.

Piranîya endamên Partîya Baş yên deng dane berî dengdanê rengên dengên xwe eşkere kirin.

Endamên dijî hevkarîya bi CHP’ê re ne dibêjin ku her çiqas rêvebirîya CHP’ê guherîye jî jibo partîya wan tiştek neguherîye.

Ew endam dibêjin ku tifaq zararê didin sîyasetê û dubendîyê zêde dikin ku ew jî kêrî desthilatê tê.

Hin endam jî dîyar dikin ku jiber hevkarîyan partî nikare nasnameya xwe nîşan bide û mezin bibe.

Di Partîya Baş de endamên ku bi awayekî erênî li hevkarîya bi CHP’ê re dinêrin dibêjin ku divê ew derîyê dîyalogê ya bi wê partîyê re negirin.

Partîya Baş 13’ê Îlonê ragihandibû ku ewê li hemî bajar û bajarokên Tirkîyê bi berbijarên xwe bikeve hilbijartinan.

CHP dikare jibo hevkarîya li hilbijartinên herêmî bi Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP) re danûstandinê bike.

HEDEP jî do Duşemê ragihand ku ewê li hemî bajar û bajarokên Tirkîyê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinan.

Jêder: X, VOA

XS
SM
MD
LG