Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirên Payabilind yên Partîya Baş Ser Encamên Hilbijartinê Karvekişîna Xwe Radigihînin


Serokê Rêvebirîyên Herêmî yê Partîya Baş (Îyî Partî) Burak Akburak ragihand ku ew ji kar vekişîye.

Akburak, ku parlamanê Stenbolê ye, karvekişîna xwe ji X’ê ragihand.

Wî dîyar kir ku ew hêvî dike ku di kongreya partîyê de hêvîyên wan jinûve geş bibin û got ku ew li hêla seroka partîyê Meral Akşener disekine.

Serokê Teşkîleta Îyî Partî Bugra Kavuncu ser encamên hilbijartinên Stenbolê karvekişîna xwe ragihand.

Kavuncu, ku jibo Bajarvanîya Stenbolê berbijarê Îyî Partî bû, dîyar kir ku ew hêvî dike ku kongreya partîyê bi awayekî demokratîk li dar keve.

Îyî Partî, ku bi sekna xwe ya ser neteweperwerîya Tirk tê nas kirin, li seranserê Tirkîyê 3,77 ji sedê dengan sitand.

Wê partîyê ji 81 bajarên Tirkîyê bi tenê li bajarekî bajarvanî bi dest xwe xist.

Akşener piştî encamên hilbijartinên herêmî dîyar kir ku ewê partîya wan kongreyeke awarte li dar xe.

Berî hilbijartinan jî hin karbidestên payabilind yên Îyî Partî jiber biserneketina danûstandinên hevkarîyê yên bi partîyên din re ji partîya xwe vekişîbûn.

Jêder: ANKA

XS
SM
MD
LG