Lînkên eksesibilîtî

Otobîsa Girtîgehê li Rojavayê Tirkiyê Bû Armanca Peqînekê


Arşîv: Dîmenên Peqînekê li Tirkiyê

Ajansa nûçeyan ya alîgira dewleta Tirk ragihand ku, serê sibeya roja Pênşemê otobîsa girtîgehê li rojavayê welat rastî peqînekê hat, di encam de 7 kes birîndar bûn.

Ajansa Anadolu ya dewletê dibêje li rojavayê bajarê Îzmir, dema otobîsê karmendên girtîgehê vediguhastin rastî peqînekê hatîye.

Parêzgarê Îzmir Erol Ayyildiz gotiye, di nav birîndaran de birîna yekî ji wan gelek girane, ajansa Dogan ya nûçeyan dibêje, bombe di nava selka gilêşî de hat bû danîn, bombe ya eyar kirî bû, di dema derbasbûna otobîsê de hatîye teqandin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku, Tirkiye di du salên bûrî de rastî zincîrek êrîşan hatiye, her dem dewleta Îslamê û milîtanên kurd yên qedexekirî bi encamdana peqînan tên tawanbar kirin.

XS
SM
MD
LG