John Delaney, Demokratê yekê ku jibo berbijarîya hilbijartina seroktîya Amerîka ya 2020'an navê xwe eşkere kiribû, îro Înê dawî li kempeyna xwe anî.
Delaney berê endamê Civata Nûneran ya Amerîkî bû û wek karsazekî dewlemend tê nasîn. Wî got ku sedema biryara wî ew e ku di hejmara mezin ya namzetên heyî de rê li ber kandîdên nermê veke.
Tevî ki wî berî hemî hevrikên xwe berbijarîya xwe ragihandibû, di pirsname û anketan de asta piştgirîya wî gelek nizim mabû.
Rêvebirîya kempeyna Delaney da zanîn ku girîngîya Demokratan têkbirina Donald Trump e da ku rûmeta ofîsa seroktîya Amerîka careke din were danîn.
Kêbirkeya berbijarîya Partîya Demokrat bi pirtir ji 20 sîyasetvanan destpê kiribû û di gefteyîn borî de piranîya wan dawî li kempeyna xwe anîbû.