Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

James Jeffrey li Enqerê bi Karbidestên Tirkîyê Re Civîya


Nûnerê Taybet yê Amerîka yê jibo Sûrîyê James Jeffrey û şandeya bi wî re li Enqerê bi karbidestên Tirkîyê re hevdîtin pêk anîn.

Jeffrey bi Alîkarê Wezîrê Bergirîya Netewî Yunus Emre Karaosmanoglu re civîya.

Di nav şandeyê de Balyozê Amerîkayê yê Enqerê Davîd Satterfield jî hebû û Wezîrê Bergirî yê Tirkîyê Hulisî Akar jî pêşwazîya wê heyetê kir.

Di hevdîtinê de ser qewimandinên dawî yên ser Sûrîyê, Rojhilata Derya Sipî, têkilîyên dualî û ewlekarîya heremê hate gotûbêj kirin.

Jeffrey, berî serdana Enqerê li Stenbolê jî bi rêberên rikeberîya Sûrîyê re kom bûbû û dabû zanîn ku gera seyê ya Komîteya Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê jî baş derbaz bûye.

Dr. Abdullah Kiran ji Dengê Amerîka re got ku seredana Jaffrey di demeke girîng de pêk hat.

“Jeffrey berê balyozê Amerîkî yê Tirkîyê bû. Têkilîyê wî bi Tirkîyê re her gav germ e. Wisa dîyar e ku di van hevdîtinan de jî polîtîkaya Jeffrey wek berê ye.”

Kiran radigîhîne ku Tirkîye hemû giranîya xwe daye ser beşdarnebûna Kurdan ya Cenewreyê.

“Sîyaseta Tirkîyê ew e ku Kurd beşdarî Cenewreyê nebin. Di vê hevdîtina Jeffrey de jî em vê yekê dibînin. Lê, em tiştekî din ji dizanin ku Jeffrey di demên berê de jî gotibû yên ku new dewlet in bila beşdar nebin.”

ED_28_08_2020_Abdullah_Kiran_Jeffrey
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:45 0:00

XS
SM
MD
LG