Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsê Giştî ya Ajansa Amerîka ya jibo Medya Globalî John Lansing Ser Xaşiqcî Peyamenk Weşand


CEO û Dîrektorê Giştî ya Ajansa Amerîka ya jibo Medya Globalî (U.S. Agency for Global Media /USAGM) John Lansing li ser hindabûna rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî peyamek weşand û daxwaza ronkirina rewşa wî kir.

“Ez bi hindabûna rojnamevan Cemal Xaşiqcî yê qûnciknivîsê Washington Post pir xembar bûme. Ez dengê xwe tev li wan banga hevbeş yên ji kedkarên medya, karbidestên hikûmetan û bizavkarên mafên mirovan dikim ku rewşa Xaşiqcî were ron kirin.

Cîhê daxê ye ku ev bûyer beşeke ji gefên li dijî rojnamevanan e ku li seranser cîhanê mezintir dibin.

Rojnamevanên li seranser cîhanê, ku di nav wan de xebatkarên ji pênc torên Ajansa Amerîka ya jibo Medya Globalî (U.S. Agency for Global Media /USAGM)—Dengê Amerîka, Radyo Ewrupaya Azad /Radyo Azadî, Ofîsa Weşanê ya Kuba, Radyo Asya Azad û Torên Weşanê ya Rojhilata Navîn—hene, her roj rûbirûyê xeterîyan dibin, jiber ku ew rastîyan radigihînin.

Hikûmetên gendel û zordar li cîhanê bi helwesteke hevbeşî dixwazin ku herikîna agahîyan kontrol bikin û givaştin li ser medya azad bikin. Jiber ku ew xwe bi hebûna rojnamevanên serbixwe bin gefan dibînin û pir caran karên wan yên hêja wek tawan nîşan didin.

Divê ji ti kesî re, taybetî jî ji hikûmetan re destûr neyê dayîn ku rojnamevanan bê deng bikin.

USAGM, wek Xaşiqcî baş dizane ku cîhaneke agahdarbûyî, cîhaneke ewletir e û şerteke girîng ya demokrasî ye.

XS
SM
MD
LG