Parêzera nûçegihanê rojnameya Washington Post Jason Rezaian, ku li Îranê girtî ye, dibêje reng e nav hefteyekê de biryarek dadgehê derbarê cezakirina wê were dayîn.
Parêzer Leyla Ashan ev axaftin ragihand, piştî rûniştina guhdarîkirinê ku îro Duşemê jibo Rezaian li dadgeheke Tehranê hate lidarxistin.
Washington Post, karbidestên Amerîkî û rêxistinên azadiya rojnamegeriyê bi berdewamî girtina Rezaian şermezar kirine û gotine ew bêsûc e.
Rojnamevanê Washington Post di Tîrmeha 2014ê de ligel hevjîna xwe Yeganeh Salehi hatibû girtin.
Hikûmeta Îranê Rezaian bi sîxurî û hevkariya ligel “hikûmetên dijmin” tawanbar dike.
Di daxuyaniyekê de roja Şemiyê, sernivîskarê Washington Post Martin Baron got ev darizandin “sexte” ye û “tawanên dijî Rezaian bêbingeh in.”