Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dilxwazê YPG’ê yê Brîtanî Jack Holmes Jîyana Xwe ji Dest Da


Dilxwazê YPG’ê yê Brîtanî Jack Holmes ku wek Şoreş Amanos dihat nasîn, di encama peqîna mayineke DAIŞ’ê de, li bajarê Reqa jîyana xwe ji dest da.

Jêderên YPG’ê ragihand ku Holmes di operasyona paqijkirina mayin û bombeyên çandî de, dema bêbandorkirina mayînekê de jîyana xwe ji dest da.

Holmes di sala 2015’an de tev li YPG’ê bûbû û di çerên Til Hemîs, Minbîc, Tabqa û Reqa de cîh girtibû.

Hêjayî balkişandinê ye ku DAIŞ pir caran li bajarên ku neçar dimîne ji destê xwe berde, mayin û bombeyên veşartî diçîne ku pirtir mirovan bikuje.

Li Reqa jî operasyonên paqijkirina mayinên berdewam dike û li gor karbidestên xwecîhî astenga herî mezin ya vegera pêş rûniştvanên bajêr hebûna bombeyên DAIŞ’ê ne.

XS
SM
MD
LG